hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 a) di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

12
Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire. 1) Ax_ welat giranbiha __. 2) Av_ baranê ket kolîn_. 3) Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema. 4) Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _. 5) Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn. 6) Jin_ jîr kar_ mal_ xwe berî nîvro diqedîne. 7) Îsal berf pir dahatiye, ku deriy__ xaniy__ jî hatine girtin. 8) Demokratî li welat__ Rojhilat__ Navîn tineye. 9) Pir kes ji wê baweriy_ ne, ku tîp__ latînî ji bo ziman_ kurdî baştir __.

Upload: arlene

Post on 08-Jan-2016

67 views

Category:

Documents


22 download

DESCRIPTION

Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire. 1)Ax_ welat giranbiha __. 2)Av_ baranê ket kolîn_. 3)Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema. 4)Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _. 5)Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn. - PowerPoint PPT Presentation

TRANSCRIPT

Page 1: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1

A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire.

1) Ax_ welat giranbiha __.

2) Av_ baranê ket kolîn_.

3) Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema.

4) Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _.

5) Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn.

6) Jin_ jîr kar_ mal_ xwe berî nîvro diqedîne.

7) Îsal berf pir dahatiye, ku deriy__ xaniy__ jî hatine girtin.

8) Demokratî li welat__ Rojhilat__ Navîn tineye.

9) Pir kes ji wê baweriy_ ne, ku tîp__ latînî ji bo ziman_ kurdî baştir __.

Page 2: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

10) Bi gelemperî bêjey__ ziman_ kurdî bi tîp__ „u“ û “i” dest pênakin.

11) Serdar__ welat__ Rojavay_ li ser doz_ Kurdistan_ ketin rawêj û dewan_.

12) Cejn_ Newroz_ di destpêk_ demsal_ bihar_ da ye.

13) Ji girav__ Yûnan_ ya here mezin Kirêt _.

14) Rovî__ dûvsipî di nav zevî__ me ra derbas bû.

15) Bira__ Sînem_ hinek ji av_ kanî__ gund ji me ra anî.

B) Di vê nûçeya jêrîn da cihên vala dagire.

Gundî di mêvanxan_ Reşo da rûniştî bûn û diaxaftin. Dijmin ji gund_ Şadiyan ne gelek dûr bû. Herkes diponijî û li çareyek_ digeriya. Di wê gavê da derî bi hêrs vebû. Qoço__ Polat, qiral_ çiyan bi heşt mirov__ xwe va kete hundir. Cil__ wan şil bûn; av di tiving__ wan ra dihate xwar. Gundî___ gişt__ bi hev ra dan ber qîr__: “Polat_ Kurd, sergevaz_ çiya___ Kurdistan_ fermo!”.

Page 3: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

C) Di vê axaftina jêrîn da cihên vala dagire.

Mamoste: Nav_ te __ ye.

Suxte: Nav_ min Gurgîn _.

Mamoste: Tu ji kûderê __ ?

Gurgîn: Ez ji Cizîr_ Botan __.

Mamoste: Gurgîn! Birc_ Belek hên heye?

Gurgîn: Belê mamoste! Birc_ Belek hên heye, lê niha leşker_

dagîrker__ têda __.

Page 4: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Ç) Zayendê van navdêrên jêrîn diyar bike. Gava ew nêr be, di kevanan da

“n” binivîsîne û gava mê be “m” binivîsîne.

Mêrdîn( ), bajar( ), çem( ), biyaban( ), dest( ),

çav( ), dîwar( ), pencere( ), derî( ), xanî( )

kon( ), xîzar( ), pîvaz( ), nan( ), penîr( ),

şekir( ), nivîn( ), mitêl( ), perde( ), kum( )

pirtûk( ), havîn( ), sal( ), baran( ), dil( ),

av( ), ling( ), bar( ), car( ), sêv( ), agir( ),

mast( ), çerx( ), garan( ), kerî( ), ref( ), lek( )

aş( ), sing( ), sêling( ), sêpî( ), merx( ), tertûl( )

benîşt( ), savar( ), al( ), pincar( ), kerbeş( )

Page 5: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Serxwerabûna Mirîşkan

Li welatê me Xerza

Dîkek hebû şehreza

Rokê ew çû nav dîka

Ji wan re digo hêdîka

Rabin bêjin mirîşkan

Bes xwe bidin enîşkan

Dîk û mirîşk bûne kom

Berê xwe dane cem bûm

Leşker tevde bûne lek

Hin çeleng û hin kulek

Berê xwe dane çolê

Tevlî koç û tev êlê

Page 6: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Teyran dî ku nagehan

Têye leşkerkî giran

Tevde firîn ji malan

Berê xwe dane halan

Ew jî li hev bûne kom

Yekî rabû gote bûm

Ey padîşahê teyran

Wey serbilindê Tûran

Rabe ser xwe tu mîro

Ji bo me bêje îro

Ev leşkerê bê jimar

Gelo heye jê zirar

Page 7: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Bûm kenî û gote wan

Bankin bazê pehlewan

Hûdhûd rabû serfiraz

Wî çû bi lez gote baz

Go rabe ey tu bazî

Şeh te îro dixwazî

Baz çû cem şeh li banî

Destê xwe l’ser hev danî

Go ey xwedîkarê min

Zû li min ke barê min

Bûm gote bazê xwînxwar

Bi lez rabe here xwar

Page 8: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Bazî rabû weke şêr

Firek da xwe hate jêr

Bazê terî bi rêşî

Hate cem dîkê pêşî

Destê wî girt û hejand

Nitqet jêre dirijiand

„Olan sen nêrelîsin?”

Go em xelkê Bedlîs´in

“Sizin bûrda ne îş war?”

Dîk xeyidî lê da dar

Bazî şehda xwe anî

Dîk jî darê xwe danî

Page 9: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Go bi zor û bi gazin

Em heqê xwe dixwazin

Baz go kî´ye serleşker?

Go tu nizanî ey ker

Ez´im paşa ez´im mîr

Ez´im şahê cîhangîr

Bazî çû cem dîkê dî

Dî ku ew jî wekî wî

Tevan go paşa û mîr

Kesî nego ez wezîr

Nefer bûne yûzbaşî

Heta giha ê paşî

Page 10: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Bazî rabû çû banî

Li ber destî bûm danî

Tilûr tev lê bûne kom

“Qale ya ey-yûhel qewm”

Ev hatine ji mala xwe

Divên îstîqlala xwe

Bûm go bazê dîlawer

Gelo kî´ye serleşker?

Go tev paşa û mîr´in

Bê wezîr û gizîr´in

Bûm hêdî rabû ser xwe

Taca xwe da serê xwe

Page 11: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Go bi taca serê min

Kes nîne hembera min

Rabin wek pehlewana

De em herin ser wana

Hatin teyrên dubirak

Bankirin kund û qijak

Go hûn werin binêrin

Ka em îro çi mêr´in

Dîka xwe da enîşka

Bû qîrqîra mirîşka

Go fermana wan rabû

Koma wa j´hev bela bû

Page 12: Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire

Ên ku kuştin ên ku man

Hatin gundan bê guman

Wan jî weke me kurdan

Destên xwe j´ber xwe berdan

Elok û tûtik û qaz

Tevde bûne belengaz

Tevde ketin koxên reş

Çîroka me ji we re xweş

Wek seydayê Cegerxwîn

Hemî bûne dilbirîn